Mijdar 16, 2017 16:13 Asia/Tehran
  • Mîşel Ewn: `Berî her tiştî, ez li benda vegeriyana Herîrî me`

Serokomarê Libnanê, Mîşel Ewn ragihand ku li benda vegeriyana Seed Herîrî bo Bêyrûtê piştî sefera xwe ya Parîsê ji bo gotûbêja derbarê rewşa dewleta wî ye.

Li gorî rapora IRIB News`ê ji zarê ajansa nûçeyan a Fransayê, Serokomarê Libnanê, Mîşel Ewnî roja Pêncşemiyê destnîşan kir ku Seid Herîrî bi zûtirkê dê ji Erebistana Siûdiyê berê xwe bide Fransayê.

Serokomarê Libnanê hêvî kir ku bi qebûlkirina vexwendina Fransayê ji aliyê Seid Herîrî ji bo sefera bo Parîsê, qeyrana li Libnanê bi dawî bê.

Mîşel Ewnî her wiha got: ``Her libnaniyek divê hest bike li hemberî her destdirêjiyek ji aliyê her kesî ku be, divê were piştgirîkirin``.

Serokomarê Libnanê roja Çarşemiyê Erebistana Siûdiyê tawanbar kir ku Seid Herîrî bêyî ku ew bi xwe bixwaze, li Riyazê ragirtiye.

Piştî wê ku Seid Herîrî roja 4`ê Mijdara 2017an li Riyaza paytexta Erebistanê dest ji posta xwe ya serokwezîrêtiya Libnanê kişand, roja Çarşemiyê ragihand ku piştî sefera xwe ya Fransayê, dê vege4re Libnanê.

Gellek ji rayedarên libnanî li ser vê bawerê ne ku destkişandina ji kar a Seed Herîrî di bin zext û guvaşên Erebistanê û bi armanca derbelêdana li Hizbullahê li hundir û derveyî Libnanê pêk hatiye.