Mijdar 16, 2017 12:40 Asia/Tehran
  • Hevdîtina wezîrê derve yê Fransayê û Welîehdê Siûdî li Riyazê

Wezîrê karên derve yê Fransayê Jean-Yves Ludrian û welîehdê Erebistana Siûdî Muhemed bin Selman şeva çûyî li Riyazê paytexta Erebistanê li bara bûyer û guhertinên dawiyê li navçê gotûbêj kirin.

Li gor nûçeya WAS a Erebistanê, Wezîrê karên derve yê Fransayê Jean-Yves Ludrian û welîehdê Erebistana Siûdî Muhemed bin Selman herwiha li hevdîtina xwe ser pêwendiyên du alî û berfirekirina hevkariyên her du welatan bi taybet li warê ewlekarî û leşkerî jî gotûbêj kirin.

Tê ragihandin ku mijara sereke ya gotûbêjên wezîrê karên derve yê Fransayê û rayedarên siûdî krîza Libnanê ya pêkhatî ji ber îstîfakirina serokwezîrê vî welatî Seed Herîrî ye.

Çend saetan berî vê hevdîtinê Koşka Êlîzê  ji zarê serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ragihand ku biryar e Seed Herîrî tev malbata xwe va terka Riyazê bide û sefera Parîzê bike. 

AFP jî ragihand ku Jean-Yves Ludrian  li sefera xwe ya Erebistanê bi Seed Herîrî re jî hevdîtinê pêk tîne.

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ku dema îstîfakirina Herîrî li Mîrnişînên Yekbûyî yên Erebî de bû,şemiya bihûrî  li sefereke bêbername û organîzebûyî serdana Erebistanê kir û balafirgeha Riyazê bi welîehdê Siûdî Muhemed bin Selman re gotûbêj kir.

Serokomarê Libnanê Mîşel Ewn duh desnîşan kir ku Herîrî li Erebistanê hatiye girtin û ji ber zora vî welatî neçar maye îstîfayê bike.