Mijdar 16, 2017 12:17 Asia/Tehran
  •  Polîsê Îsraîlê cardin pirsan ji Netanyahu dike

Binyamîn NNetanyahu, serokwezîrê Rejîma Siyoîstî bo cara şeşen li dû hev ji ber gendeliyê dikeve ber jêpirsiyê.

 Li gorî nûçeya navenda raghandinê ya Filistînê, kanala  2 ya televîayona Rejîma Siyonîstî roja çarşemê raghand ku dewra teze ya lêkolîn û jêpirsîna ji Netanyahu ku ji roja  yekşemê, 19 Mijdarê destpê dibe, muhtemel e 10 rojan bikêşe.

Netanyahu 10 rojan berî niha jî jibo du dosiyên 1000 û 2000`ê  ku ya ewilî ya wergirtina xelatan û ya dudiyan jî muzakireya  tev xwediyê rojnama  Yedioth Ahronoth bû , kete ber jêpirsînê.

 Li dewra dawiyê ya jêpirsîna ji Netanyahu, polîsê Rejîma siyonîstî belgeyên teze bi dest xistine ku muhtemel e  hikmê li dijî wî girantir bike.

 Jêpirsîna Binyamîn Netanyahu ji 2  Çilla 2017an  li warê gendeliya  aborî û wergirtina  bi milyonan dular bertîlê ji şîrketeke almanî destpê bûye.

  Dosiya herî giring a gendeliya aborî li bara Netanyahu tê hilxêsitin, wergirtina  milyonek dular ji Arnawd Mîmran sûçkarê aborî yê fransî ye ku tê gotin jibo propagendeya serokwezîriay wî hatiye xerckirin.

 Her wiha serokwezîrê Siyonîstî ji ber kirîna sê jêrderyayiyên ji Almanya bi qasî zêde  ji milyarek dularî ketiye ber jêpirsiyê.