Îlon 21, 2017 16:33 Asia/Tehran
  • Neyarîya wezîrên karên derve yên Îran, Iraq û Tirkîyê li hemberî lidarxistina giştpirsîya cidabûnê li Herêma Kurdistana Iraqê

Wezîrên karên derve yên Îran, Iraq û Tirkîyê bi daxûyanîyeke hevpar li New Yrokê, li ser yekperçetîya axê û tifaqa sîyasî ya Iraqê sekinîn û neyarîya xwe li hemberî lidarxistina giştpirsîya cidabûna Herêma Kurdistana vî welatî ragihandin.

Wezîrên karên derve yên Îran, Iraq û Tirkîyê şeva buhurî li civîna sêalî li rex civîna salê ya Civata Giştî ya NY li bajarê New Yrokê, meseleyên navçê nemaze giştpirsîya cidabûna Herêma Kurdistana Iraqê hilkolandin.

Mihemed Cewad Zerîf, Ibrahîm Ceiferî û Mewlûd Çavûşoglu wezîrên karên derve yên Îran, Iraq û Tirkîyê li daxûyanîya hevpar ragihandin: Hilêxistina mijara giştpirsîya cidabûnê li Herêma Kurdistana Iraqê, hemî destkevtên Iraqê li şerê dijî koma têrorîst a DAIş`ê dixe ber xeterê û nîqaş û gêreyeke nû li navçê saz dike ku kontrolkirina wê yê hêsan nebe.

Wezîrên karên derve yên Îran, Iraq û Tirkîyê li bara pêwîstîya pêngavên hevdeng di çarçova dijberîya li hemberî lidarxistina giştpirsîyê lihev kirin û ji berpirsên Herêma Kurdistana Iraqê xwestin ku vî karî nekin û tekez kirin: Giştpirsî ser xêra kurdan û îdara xwecî ya Herêma Kurdistana Iraqê nabe.

Îran, Iraq û Tirkîyê herwiha gotûbêja kêrhatî di çarçova destûra bingehîn a Iraqê de tenha rêçareya nakokîyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de zanîn û li ser girîngîya piştgirîya Îran û Tirkîyê ji çareserkirina vê mijarê û kontrolkirina gêreyên li vê herêmê sekinîn.

Wezîrên karên derve yên Îran, Iraq û Tirkîyê bi dîyarkirina kêfxweşîya xwe ji ber serketinên mezin ên artêşa Iraqê li hemberî DAIŞ`ê, li ser girîngîya hewldanên jibo pêkanîna istiqrar û ewlehîya mayinde li Iraqa piştî DAIŞ`ê sekinîn.