Serokwezîrê Dewleta Rizgariya Neteweyî ya Yemenê: Em ê bihost bi bihosta axa Yemenê azad bikin
Serokwezîrê Dewleta Rizgariya Neteweyî ya Yemenê destnîşan kir hêzên yemenî wê bihost bi bihosta axa Yemenê ji bin lepên Erebistana Siûdî û Mîrekên Yekgirtî yên Ereb azad bikin.
Li gorî rapora kanala televîzyonî ya El MEsîre ya Yemenê, Ebdulezîz Bên Hebtur, serokwezîrê Dewleta Rizgariya Neteweyî ya Yemenê, li rêûrisma salvegera Înqilaba 21`ê Îlonê ya Yemenê li meydana Sebîn a Senayê got: Azadîxwazên Yemenê, ev înqilaba pêk anîn ne kesên ku li hotelên Riyaz yan Ebûzebiyê yan her paytexteka din a erebî rûniştine. Înqilab ji Senayê va berbelav bû û her jiber vê yekê ye ku divî dinya bizanibe ku li Yemenê wê tu aştiyek pêk neyê, meger ku hevhatina rastîn bi Senayê re pêk were ne bi paytextên din re.
Riyaz û Ebûzebî divê bi berpirsên li Senayê, jibo çareseriya van nakokiyan li ser maseya muzakireyê rûnin û êriş û dorpêça ku li ser xelkê me sepandine, rawestînin. Ewan hin pişkên Yemenê dagîr kirine, parêzgehên başûrî, Mareb û hin pişkên Teizê dagîr bûne û ev parêzgeh niha li bin serdestiya Erebistana Siûdî û Imaratê ye û em qet dev ji tu pişkekeka axa Yemenê, bernadin.
Rejîma Siûdî bi piştgîriya Amerîkayê û li bin sîvana bêdengiya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY), ji Adara sala 2015`an ve, êrişî ser Yemenê kiriye û ji hêla bejahî, deryayî û hewayî ve ev welata dorpêç kiriye. Di encama vê êrişa leşkerî de, bi dehan hezar kes hatine kuştin û birîndar bûne û bi mîlyonan yemenî jî aware bûne.
Êrişa leşkerî ya Erebistana Siûdî ser Yemenê herwiha, welatê hejar ê Yemenê, rastî kêmbûna zav a madeyên xwerinê û dermanan aniye.