Dijberiya alimên misilman ên Lubnanê li hember giştpirsiya cidabûna ji Herêma Kurdistana Iraqê
Alimên Lubnanê, Cidabûna Herêma Kurdistana Iraqê bi wateya damezrandina Rejîma Siyonîstî ya nû dane zanîn.
Li gorî rapora Resa News`ê, kombûna alimên misilman ên Lubnanê roja çarşemiyê raghandin: ``Cidabûna Herêma Kurdistana Iraqê destpêka parvekirina navçê bo dewletên eşîretî, nijadî û qewmî ye da ku hizûra Rejîma Siyonîstî were pînekirin û cîhana ereb û Îslamê divê li hember damezrandina Rejîma Siyonîstî ya nû rawestin``.
Koma alimên Lubnanê tekez kirin: ``Terorîstîzanîna diyardeya herî şerîf ya vê serdemê yanê berxwedan û hizbullahê ji aliyê Donald Trump serokkomarê Emerîkayê buxtaneke pûç û batil e, ji ber ku Lubnan ji aliyê berxwedanê ji lepên dagirkirên siyonîst hat azadkirin û terorîstên tekfîrî ku çêkiriyên Emerîkayê ne ji welatê hanê derxistin``.
Alimên şîe û sunne yên Lubnanê tekez kirin firîna balefirên keşfê ser esmanê Filistîna dagirbûyî nîşana qaweta zêde ya mêhwera berxwedanê ye û Rejîma Siyonîstî li pêşerojê dê rastî gelek dijwariyan were ku destpêka jinavçûna rejîmê û vegeryana filistîniyan bo erdê Filistînê tê hesabê.