Ebdulmelik El-Hûsî: "Hewldanên jibo cidabûna Herêma Kurdistana Iraqê komployek emerîkî-îsraîlî ye"
Sekreterê giştî yê tevgera Ensarullha Yemenê hewldanên jibo cidabûna Herêma Kurdistanê ji Iraqê komploya emerîkî-îsraîlî da zanîn û got: "Emerîka û Rejîma Siyonîstî li dû lawazkirina welatên navçê û parvekirina wê li ser beşên biçûk in".
Ebdulmelik Bedredîn El-Hûsî, çarşemiyê şevê bal kişand ser vê yekê ku komploya parvekirinê bi qeyraneke siyasî destpê dibe û pişt re ser navên eşîreyî, mezhebî û nijadî tevlîhev dibe û got: "Parvekirina Sûdanê mînaka eşkere ya vê komployê ye".
Hin partiyên Herêma Kurdistana Iraqê, 7 Hezîranê li civînekê bi beşdariya Mesûd Barzanî, lidarxistian giştpirsiya cidabûan Herêam Kurdistanê ji Iarqê li 25ê Îlona 2017an pesend kirin;
Mijara ku rastî dijberiya cidî ya dewlet, komên curbicur ên iraqî û welatên navçê û cîhanê hatiye.
Lê Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistana Iraqê ji kurdên Iraqê xwestiye ku beşdarê vê giştpirsityê bibin.