Îlon 20, 2017 18:34 Asia/Tehran
  • Dewama kuştina xelkê Yemenê bi destê Rejîma Alê Siûd

Di encama êrişa balafirên cengî yên siûdî ser mala welatiyekî yemenî li parêzgeha Hecê ya li bakûra rojavaya Yemenê de, çar kes ji wan jinek hatine kuştin.

Li gorî rapora roja çarşemiyê ya Ajansa nûçeyan a Sebaya Yemenê, di encama vê êrişê de ku li navçeya El Mezere qewimî, çend mal û dikan û navendeka perwerdeyê bitûm hilweşyan.

Hevgavê vê yekê, hin çavkaniyên leşkerî li Yemenê, bêdengiya civaka cîhanî ya li hemberî kuştina xelkê Yemenê rexne kirin û Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY), berpirsa van cinayetan dan zanîn.

Di eynî demê de, helîkopterên siûdî, zêde ji 20 roketa ber bi gundên Qewî, El Xefaqet û Hamizeyê li Cîzanê li navçeya sînorî ya Erebîtanê ve avêtin.

Balafirên cengî yên destdirêjker ên Erebistanê, roja sêşemiyê jî navçeyên xelktêde yên bajarê Keşrê li parêzgeha Hecê li bakûra rojavaya Yemenê, dan ber bombeyan ku di encama wê de 9 endamên malbatekê hatine kuştin.

Rejîma Alê Siûd bi piştevaniya Amerîka, Mîrekên yekgirtî yên Erebî û çend welatên din, ji Adara 2015`an ve êrişî ser Yemenê kiriye û ev welata ji hêla bejahî, deryayî û hewayî ve dorpêç kiriye.

Zêde ji 13 hezar yemenî, di encama van êrişan de hatine kuştin.