Îlon 20, 2017 14:50 Asia/Tehran
  • Mîrê Qeterê: Boykotên dijî Duhayê neqanûnî ne

Mîrê Qeterê bi neqanûnî zanîna boykota vî welatî ji aliyê Erebistanê û hevpeymanan destnîşan kir: Vê dorpêça neqanûnî heta qayde û qirarên sanahî yên heq û mafê mirovan ên wekî heqê karkirin, perwerdehî û seferê jî binpê kiriye.

Welatên erebî ku Qeter boykotkirine 13 şert danîn ber Duhayê ji bo rakirina van boykotan ku yek ji wan girêdana bargeha leşkerî ya Tirkiyê li Qeterê bû. Lê belê Tirkiyê ev pêşniyara wekî mudaxileya li pêwendiyên welatên din da zanîn û li ser piştgiriya xwe ji Qeterê sekinî.

Li gor rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, Şêx Temîm Bin Hemed Alê Sanî Mîrê Qeterê li gotinên xwe yên duh sêşemê li Civata Giştî ya Rêxistina Netewên Yekgirtî destnîşan kir; Birek ji welatan hizr dikin niha ku wan dirav heye dikarin îrada xwe ser welatên din dasepînin.

Mîrê Qeterê got ku welatê wî karî ji ber hebûna derbasgeh û riyên hewayî ku Erebistanê û welatên hevpeymane Riyazê ser wan bi desthilat nebûn, karûbarên xwe bi serketinekî baş birêve bibe.

Xalid Bin Muhemed El-Etiye wezîrê berevaniya Qeterê jî vê dawiyê destnîşan kir: Piştî ku 4 welatên erebî Qeter boykot kir, Komara îslamî ya Îranê herêma xwe ya hewayî ser Îranê vekir û firokên qeterî bi rehetî karîn xebatên xwe bidomînin.