Îlon 20, 2017 12:04 Asia/Tehran
  • Îmzabûna rêketinnama leşkerî-ewlehiyê di navbera Erebistan û Brîtanyayê

Erebistana Siûdî û Brîtanyayê duh sêşemê rêketinnameyeke leşkerî-ewlehiyê îmza kirin.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Rêketinnama eskerî-ewlehî di navbera Brîtanya û Erebistanê duh sêşemê li Riyazê û ji aliyê Muhemed Bin Selman Welîehdê Erebistanê û Maykel Falon wezîrê berevaniya Brîtanyayê hate îmzakirin.

Li bara hûrgiliyên vê rêketinnamê heta niha tu babetek nehatiye weşandinê.

Ev rêketina li halekê hatiye îmzakirin ku zêde ji 2 salin rejîma Alê Seûd êrişên xwe yên hovane ser gelê bê berevane Yemenê didomîne û ev êrişên hanê jî bi palpiştiya Brîtanyayê pêk hatiye..

Ji ber destdirêjiya Erebistanê ser Yemenê heta niha zêde ji 12 hezar kesên sivîl hatine kuştin.

Erebistan ewil welatî cîhanê ye ku çek û sîlahan ji Brîtanyayê dikire.