Îlon 19, 2017 12:13 Asia/Tehran
  • Rêjîma Behrêynê: Welatîyên behrêynî idî dikarin seredana Israîlê bikin

Paşayê Behrêynê tevî rexneya ji boykotkirina Rêjîma Siyonîst ji aliyê ereban va, sefera welatiyên vî welatî bo erdên dagirbûyî (yên Filistînê) rêpêdayî ragihand.

Li gorî rapora IRNA`yê, rojnameya siyonîstî ya Ceruzilim Postê (Jerusalem Post) roja Duşemiyê nivîsî: ``Paşayê Behrêynê, Hemed Bin Îsa Alê Xelîfe kub heftiya buhurî beşdarî cejneke çendneteweî ya cihûyên navenda Sîmon Vîzintala Lis Ancilisê bûbû, got ku ji boykotên sepandî ji aliyê ereban li ser Israîlê westiyaye; Lewma welatiyên behrêynî dikarin ji nih û pêda sefera Israîlê bikin.

Vê rojnamê nivîsî: ``paşayê Behrêynê gotinin viha careke din li hevdîtina destpêka sala 2017`an digel Xaxamên cihû li Menamê anîbû zimên``.

Kasniya Oswat Lûfa (Cassenia Oswat Luffa) ji parlementerên parlimana Rêjîma Siyonîst (Kinêsêt) jî roja Yekşemiyê tevî piştrastkirina vê nûçeyê hêvî kir ku dewleta Behrêynê wê yekê derew nezne.

Malpera Mîdil Îst Manîtor (Middel East Manitor) a Amerîkayê jî îro li raporekê tevî piştrastkirina vê nûçeyê nivîsî: ``Wezareta karên derve ya Rêjîma Siyonîst îro piştî çapbûna vê twîtê li Kovara Erebî El Cedîdê jin tirsa wê yekê ku ev peyam welatiyên Behrêynê hêrs ke, ew jêbir``.

Kovara filistînî ya Qudsê jî îro nivîsî: ``Paşayê Behrêynê ev gotinên bi nîşana piştgiriya ji Rêjîma Siyonîst hefteyekê piştî pesindana Bênyamîn Nêtanyahûyê seokwezîrê Rêjîma Siyonîst li bara danûstandinên hin welatên ereb digel Til Avîvê anîne zimên.