Îlon 16, 2017 17:42 Asia/Tehran
  • Ibtalkirina seredana welîehdê siûdî ya Parîsê bi hegera nerazîbûnên gelanî li Erebistanê

Welîehdê Erebistanê seredana xwe ya Parîsê ku biryar bû di vê mehê de pêk bê, bi hegera rewşa vê demê ya civaka Erebistanê û daxwaza çalakên siûdî jibo lidarxistina xwenîşandanê ibtal kirîye.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Farsê, Mihemed bin Selman welîehdê Erebistanê biryar bû ku jibo hevdîtina digel Êmanoêl Mekron serokomarê Fransayê seredana Parîsê bike ku ev sefera bi hegera bangewazîyên berdewam jibo lidarxistina xwenîşandanê li nav Erebistanê, bo demeke nedîyar hat paşdaxistin.

Tevgera 15`ê Îlonê di çaçrova tevgereke biaştî ya nerazîbûnê, nerazîyên erebistanî jibo pişkdarîya li xwenîşandana roja buhurî di çaçrova dabînkirina daxwazên gelanî de vexwendin ku hêzên ewlehîyê yên Erebistanê jibo girtina pêşîya vê xwenîşandanê, Rîyaz veguherandin baregeheke leşkerî.

Pêla girtina mela, nivîser û şahzadeyên siûdî ku piştî wêdabirina Mihemed Ibnê Nayif birazîyê Selman Ibnê Evdilezîz paşayê Erebistanê ji posta welîehdîyê destpê bû, di hefteyên vê dawîyê de berfire bûye ku ev meseleya dikare bibe sedema dilgiranîyên ewlehîyê jibo welîehdê siûdî.

Di vî halî de, bi dehan çalakên mafên mirovan li paytexta Fransayê jî xwenîşandaneke nerazîbûnê li hemberî seredana ji pêş ve kifşnebûyî ya Mihemed Ibnê Selman welîehdê Erebistanê li Parîsê li dar xistin û Erebistan wek `` goristana mafên mirovan`` wesif kirin.

Rêjîma binemala siûdî di salên vê dawîyê de di encama serkutkirina neyaran li Erebistanê de, bi dehan welatîyên siûdî bi heceta alozkirina rewşê û sekinîna li hemberî sîyasetên rêjîma Erebistanê girtine.