Îlon 16, 2017 14:16 Asia/Tehran
  • Êrişa mûşekî ya hêzên yemenî ser pêgehên kirêgirtiyên Erebistanê

Hêzên yemenî êrişî ser navenda kombûna kirêgirtiyên erebistanê li navça Mîdî li parêzgeha Hecceyê li bakûra rojavaya Yemenê kirin.

Li gor rapora telivîzyona Al-Alam`ê, Hêzên yemenî bi  mûşekên Zelzal û gullên hawanê êrişî ser navenda kombûna kirêgirtiyên erebistanê li navça Mîdî li parêzgeha Hucê li bakûra rojavaya Yemenê kirin ku ji ber vê êrişê derbeyên giran li terorîstan ketin.

Hêzên yemenî herwisa navenda zêrevaniya El-Hemr û navça Tebel-Qetrîn li Necranê û pêgeha El-Qemie El-Şêx li navça Esîrê li başûra Erebistanê jî kirine hedefa êrişên xwe.

Hêzên yemenî herwisa pêgeha kirêgirtiyên Erebistanê li navça El-Meşcei li bajarê Serwahê li parêzgeha Maribê li navenda Yemenê jî kirine hedefa êrişên xwe yên hawanê ku ji ber van êrişan 6 kirêgirtiyên Erebistanê hatine kuştin.

Bingehên erebistanî bi xwe jî ragihandin ji ber êrişa hêzên yemenî ser pêgehên eskerî yên Erebistanê li bakûra vî welatî 3 eskerên vî welatî hatine kuştin.

Yekîneyên artêşa Yemenê bi alîkariya hêzên gelanî yên vî welatî herwisa li navça Ferzetul-Nehm li parêzgeha Senayê pêgehên kirêgirtiyên Riyazê pê du mûşekên Zelzal 2 kirine hedefa êrişên xwe.

Erebistanê bi palpiştiya birek ji welatên erebî yên navçê û Amerîkayê ji 26`ê Marsa sala 2015`an va bi berfirehî êrişên xwe yên hewayî ser Yemenê destpê kirin û hema ji wê çaxê va dixebite ku Mensûr Hadî serokkomarê reviyayî yê vî welatî carek din bîne ser desthilatê lê xelkê Yemenê li dijî vê siyaseta Riyazê ne.