Îlon 15, 2017 19:40 Asia/Tehran
  • Rejîma Alê Xelîfe pêşiya lidarxistina  nimêja îniyê li navça Dorazê girt

Hêzên ewlehiyê yên Rejîma Alê Xlîfe îro cardinê dorpêça navça Doarzê û mala şêx Îsa Qasim rûhaniyê pilebilind ê Behreynê berdewam kirin û pêşiya lidarxistina nimêja îniyê girtin.

 Li gorî rapora Fars News`ê, nimêjêkirên  behreynî  dixwestin nimêja  îniyê li mizgevta  Îmam Sadiq (S) û derdora wê li navça Dorazê cih bînin ku hêzên ewlehiyê yên  Rejîma Alê Xelîfe pêşiya wan girtin.

Ev 61 heftî li dû hev in ku hêzên  behreynî li derdora  mala  şêx  Îsa Qasim civiyane.

 Rejîma Behreynê bi betalkirina  mafê welatîbûnê û mehkemekirina  şêx Îsa Qasim ji Çilla par ve navça Dorazê cihê jiyana vî alimê bi nav û deng dorpêç kirine.

 Behreyn ji 14 Sibata 2011an ve  bûye meydana  inqilaba gelanî li dijî Rejîma Alê Xelîfe. Gelê Behreynê daxwaza azadî, damezrandina edaletê û rakirina  duberekiyê û bidesthilatbûna  nizameke bijarte li welatê xwe dikin lê Rejîma  Alê Xelîfe bi alîkariya  eskerên siûdî û erkdarên  ewlehiyê yên Îmaratê ku bi navê hêzên Mertala Giravê li Behreynê bi cih bûne, nerazîbûnên  gelanî li vî welatî serkut dike.