Îlon 15, 2017 16:19 Asia/Tehran
  • Pêgeha kirêgirtiyên erebistanî kete ber hedefa êrişa hêzên yemenî

Yekîneyên mûşekî yên artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê li bersiva êrişên Rejîma Alê Seûd, pêgeha kirêgirtiyên vî rejîmî li navenda El-Cerba li parêzgeha Esîr a Erebistanê pê mûşekan kirine hedefa êrişên xwe.

Li gor rapora duh pêncşemê ya telivîzyona El-Mesîreh, Yekîneyên mûşekî yên artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê li bersiva êrişên Rejîma Alê Seûd, pêgeha kirêgirtiyên vê rejîmê li navçên Sebehtel û El-Mecaze li parêzgeha Esîr a Erebistanê pê mûşekan kirine hedefa êrişên xwe.

Destdirêjiya Erebistanê ser Yemenê ji Adara 2015an ve bûye sedema kuştin û awareûna  bi milyonan yemeniyan û xopana  binavahiyên  vî welatî. 

 Destdirêjiya Erebistanê her wiha  Yemen rastî kêmasiya  xwarek û dermanan kiriye û gelek nexweşiyên  curbicur  bi taybet Kolerayê rewac daye.