Îlon 13, 2017 19:36 Asia/Tehran
  • Teqîna bombeyek li bajarê Kabolê

Çavkaniyên ewlehiyê ji teqîna bombeyekê li bajarê Kabola paytexta Efxanistanê agahî dan.

Li gorî rapora IRIB News`ê, ev teqîna roja çarşemiyê nêzîkî werzişgeha Krîkêtê li navçeya Çemen Hizûriyê li bajarê Kabolê qewimî lê hîn ji kuştiyên muhtemel ên wê raporek nehatiye weşandin.

Hin çavkaniyan gotine di vê teqînê de, hêzên polîsên Efxan, ketin ber êrişê û bûne armanc.

Bajarê Kabolê û wek mînak navçeya dîplomatnişîn a Wezîrê Ekber Xan a vî bajarî ku jihêla ewlehiyê ve pirr tê parastin û tivdîrên giran ên ewlehiyê li van navçeyan tên berçavgirtin, di van mehên dawiyê de bûye şahidê çend êrişên terorîstî ku di encamê de bi sedan kes hatine kuştin.

Bêewlehîtiyên li navçeyên curbicur ên Efxanistanê ji wan Kabol, bi nerizamendiya xelkê vî wlatî re rûbirû bûye.