Îlon 13, 2017 18:46 Asia/Tehran
  • Daxuyaniya Tevgera 15`ê Îlonê li Erebistanê jibo lidarxistina xwenîşandanê

Tevgera siûdî ya 15`ê Îlonê, di çarçoveya tevgereka nerizamendiyê û aştiyane, neraziyên li Erebistanê jibo lidarxistina xwenîşandanekê di çarçoveya serêxwegirtina xwestekên gelanî de, vexwendin.

Ligorî rapora roja çarşemiyê ya Ajansa nûçeyan a FARS`ê, komek li torên civakî li Erebistanê ser navê Tevgera 15`ê Îlonê ku ji çalakvanên erebistanî û dijberên Alê Siûd pêk tê, li daxuyaniyeka şeşxalî li bara armanc, bingeh û qanûnên xwe, xwestin ku hemî çîn û qatên civakê tevlî vê tevgerê bibin û beşdarî xwenîşandana îniya dahatî bibin.

Tevgera 15`ê Îlonê, bal dikişîne ser xwestekên hemî qatên civaka Erebistanê yên wek bêşol, hejar, kesên girtî û kesên ku mafên wan ên madî û manewî ji wan hatiye istandin û ragihand: Ev tevgera giştalî, nûnera azadîxwaz û welatparêzên erebistanî ye ku şahidên jinavçûna serwet û samanên vî welatî li rêya şerrên navçeyî yan xelatdayîna bo welatên din ên wek Amerîka û Misrê ne.

Banga Tevgera 15`ê Îlonê, li halekê ye ku pêla girtina ruhanî û çalakvanên ku bi her awayî, li dema qeyrana di navbera Erebistan û Qeterê de, pişta dewleta Riyazê negirtine, berdewam e.

Erebistan û hevgirtiyên wê (misr, Mîrekên Yekgirtî yên Erebî û Behreyn), ji 5`ê meha Hezîrana 2017`an ve, peywendiyên xwe yên dîplomatîk bi Qeterê re birrîne û hevgavê vê yekê, sînorên xwe yên bejahî, deryayî û hewayî li ser vî welatî ve girêdane.