Tebax 23, 2017 11:54 Asia/Tehran
  • Rêxistina Netewên Yekgirtî: Bajarokçêkirina Rejîma Siyonîstî neqanûnî ye

Alîkarê karûbarên siyasî yê sekretirê giştî yê Rêxistina Netewên Yekgirtî destnîşan kir: Gor qayde û qirarên navnetewî bajarokçêkirina Rejîma Siyonîstî neqanûnî ye.

Li gor rapora IRIB News`ê, Mîrislav Yênça alîkarê karûbarên siyasî yê sekretirê giştî yê  Rêxistina Netewên Yekgirtî li gotinên xwe yên duh sêşemê bal kişande ser viya ku gor qayde û qirarên navnetewî bajarokçêkirina Rejîma Siyonîstî neqanûnî ye ji vî rejîmî xwest çêkirina bajarokan rawestîne.

Rejîma Siyonîstî hertim bêyî berçavgirtina xwesta civata cîhanî dewamê dide bajarokçêkirina xwe li erdên filistîniyan û vê siyaseta xwe bi palpiştiya amerîkiyan didomîne.

Bingehên navnetewî ragihandine ku hemû ev bajarokên ku Rejîma Siyonîstî çê kiriye neqanûniye.

Rejîma Îsraîlê bona guhertina nijyara nifûsa Filistînê li ser qazanca siyonîstan û tevî rexneyên navneteweyî, avakirina bajarokan li erdên filistînî, berfireh dike.

nivîsgeha neteweyî ya Berevaniya ji Erdên Filistînê û sekinîna li hemberî avakirina bajarokan, roja şemiyê li rapora xwe ya hefteyê, dewama avakirina bajarokan ji aliyê Rejîma Siyonîst li Perravên Rojava Çemê Urdinê û Qudsa Dagîrbûyî, binpêkirina qanûnên navneteweyî da zanîn û ragihand biryara taxima dewletê ya Îsraîlê bona destdanîna ser erdên filistîniyan, siyaseta hertimî ya Têlavîvê ya di bin siya piştevaniya komîteya çaralî ya navneteweyî, nîşan dide.

Ji çaxê ku Trump bûye serokkomarê Amerîka, cinayetên Rejîma Siyonîstî dijî gelê Filistînê zêdetir bûye û hertim ev rejîma çêkirina bajarokên siyonîstnişîn li nav axa Filistîniyan dipejirîne.

Netanyahû serokwezîrê Rejîma Siyonîstî  Trump piştevanê bi hêz û qdrete vî rejîmî dizane.