Tîrmeh 25, 2017 20:34 Asia/Tehran
  • Girtina endamên grûpeke ser bi DAIŞ`ê li Lubnanê

Dayira giştî ya ewlehiya giştî ya Lubnanê roja sêşemiyê raghand grûpeke pênc kesî ya DAIŞ`ê girtine.

 Li gorî daxûyaniya artêşê, her pênc endamên  vê grûpê welatiyên sûrî ne û li benda  fermanêdn  dawiyê yên DAIŞ`ê bûn. Xebata  vê komê li Beyrût  taxa  El-Dewr bû. Berpirsê hewahengiyê yê vê komê pêştir  li navça El-Meyadînê li rojhilata Sûriyê bû û li kêleka DAIŞ`ê şer kiribû.

 Wî dawiya 2016`an  hat Lubnanê û li bajarê El-Teyibe  dewrên  olî û eskerê derbas kirin. Li vê daxûayniyê her wiha hatiye: DAIŞ`ê sê mehan berî niha  ji berpirsê komê xwestibû ku jibo  wergirtian hêzên  nû nav  DAIŞ`ê li Lubnanê hewlê bidin. Ji dema krîza Sûriyê , gelek terorîstî derbasî nav Lubnanê bûn. Di eynî demê de dezgehên  eskerî û ewlehiyê hewldanên zav jibo girtin û rawestana li ber van kesana  û komana hebûne.