Tîrmeh 25, 2017 19:29 Asia/Tehran
  • Sernixûnkirina balefira bêfirokevan a sîxoriyê ya  siûdî li Necranê

Çavkaniyên ewlehiyê yên Yemenê raghandin ku balefira cengê ya sîxoriyê ya Erebistanê li Necranê li başûrê vî welatî hatiye sernixûnkirin.

Li gorî rapora Fars Newsê, artêşa Yemen û Ensarullahê, balefira bêfirokevan a sîxoriyê ya Erebistanê li  navça El*Xezrayê ya Necranê sernixûn kirin.

 Erebistanê pêştir jî çend balefirên  sîxoriyê  jibo komkirina  lêzanînên  li bara liv û tevgera artêşê û hêzên gelanî yê Yemenê ji Emerîkayê  kirîne.

 Di eynî demê de, yekînên  topxaneyî yên artêşê û komîtên gelanî yên Yemenê cihê kombûna  kirêgirtiyên  siûdî li navenda  El-Şebekê li parêzgeha Necranê gullebaran kirin.

 Yekîna  topxana artêşa Yemenê her wiha  cihê kombûna  kirêgirtiyên siûdî li rojhilata  El-Selatehê li parêzgeha Necranê bi mûşekên  Katiyûşayê da ber êrişan ku li encama wê çend kes ji wan birîndar bûn.

 Balefirên  destdirêjkar ên siûdî-emerîkî jî navça  El- Ferê li bajarê Ketafê li parêzgeha Sedê li bakurê Yemenê bombebaran kirin.

 Rejîma Alê Siûd ji Adara 2015`an  bi piştgiriya Emerîkayê û hin welatên  ereb ên  navçê êriş kiriye ser Yemenê. Li encama êrişên  Erebistanê ser Yemenê,  nêzîkî 40 hezar kes hatine kuştin an birîndar bûne.