Tîrmeh 24, 2017 20:36 Asia/Tehran
  •  Damezrandina odeya opersyona hevpar jibo şopandina buyerên mizgevta El-Eqsayê

Komên berxwedana Filistînê li Gazayê raghandin ku jibo şopandina gav bi agv a buyerên niha li Qudsê û mizgevta El-Eqsayê û her wiha raghandina tam a vê meselê odeya operasyonî ya hevpar hatiye avakirin.

 Li gorî rapora roja duşemiyê ya navenda raghandinê ya Filistînê, komên  berxwedana  Filistînê li civîneke rojnameavniyê pêşiya Rejîma Siyonîstî jibo domandina  destdirêjî û cinayeta li dijî Qudsê û mizgevta El-Eqsayê û nimêjkirên  Filistînê girtin.

 Îsmaîl Rizwan ji endamên  pilebilind ên  tevgera berxwedana Îslamî ay Filistînê (Hamasê) tekez kir: Komên filistînî ti carî îzna  cihanîna  planên  kirêt û cianyetên Rejîma  Siyonîstî li dijî Qudsê û mizgevta El-Eqsayê nadin û ev kiryar û destdirêjiyên Rejîam Siyonîstî tê wateya îlana şêr li dijî gelê Filistînê û misilmanan.

 Di eynî demê de, komên  berxwedana Filistînê jibo şermezarkirina destdirêjiyên  Rejîma Siyonîstî li mizgevta El-Eqsayê daxwaza beşdariya berfireha  filistîniyan  li kombûna  roja sêşemiyê li meydana  ``serbazê gumnam`` a navenda bajarê Gazayê kirin.