Hukma îdamê jibo bi dehan çalakên siyasî li Erebistanê
Rayeadrên dadweriyê yên Erebistanê, li dij 29 kes ji xelkê Qetîf El-Ehsa û Medîneya Munewerê hukma îdamê birîn.
Li gorî rapora roja duşemiyê ya navenda nûçan a El-Ehda Lubnanê, çavkaniyên nûçan çend rojên buhurî raghandin ku 10 kes ji dijber û çalakên siyasî yên şîe yên rûniştiyê rojhilata Erebistanê ji zîndana El-Demamê bo Riayzê ahtien guhestin jibo ku hukma dawiyê ya îdamê li dijî wan were piştrastkirin, ku îro duşemiyê ev hukma jibo wan û hejmareke din hat birînê.
Çed rojan berî niha jî rayedarên dadweriyê yên Eebistanê çar kes bi tawana operasyona terorîstî li bajarê El-Qetîfê li parzêgeha El-Şerqiyê îdam kirin.
Navçên rojhilata Erebsitanê bitaybet Qetîf ji ber êrişên eskerê Alê Siûd li mehên vê dawiyê tim şehedê pevçûnên çekdariyê bûne û heya niha bi dehan kes ji xelkê vê navça şîenişîn hatine kuştin û bi sedan kes ji welatî û çalakên medenî û siyasî hatine girtin.
Erebistan li hember rexneyên Rêxistinên hiqûqî ji wan Rêxistina mafên mirovan û Rêxistina Efûya navneteweyî tim mehneya rawestana li hember gefên ewlehiyê jibo cihanîna hukma îdamê û zîndanên demdirêj dixe rojevê.