Tîrmeh 24, 2017 17:59 Asia/Tehran
  • Neyarîya Rêjîma Sîyonîst li hemberî rakirina berbendên elektironîk li meçîta Eqsayê

Kabîna Rêjîma Sîyonîst li civîna şeva buhurî, li dijî rakirina berbendên elektironîk ên ku li derîyên mizgevta Eqsayê danîne, derket.

Li gorî rapora kanala nûçan a Al Alamê, rojnama Cerzalûm Post a sîyonîstan nivîsî, kabîneya Rêjîma Sîyonîst îro jî civînek jibo hilkolandina vê mijarê lidarxist.

Di vî halî de, kanala 2 televîzyona rêjîma dagirkerê Qudsê ragihand: Bênyamîn Natanyaho serokwezîrê Rêjîma Sîyonîst bi sefîrê Amerîkayê û rayedarên din ên amerîkî re ketîye têkilîyê û ji wan xwestîye ku Evdilayê Duyem paşayê Urdinê û Mehmûd Ebas serokê Teşkîlata Xwerêvebir a Filistînê jibo vemirandina nerazîbûnên filistînîyan û qebûlkirina lêgerîna bedenî ya filistînîyan dema derbasbûna nav mizgevta Eqsayê bixin ber zextê.

Eskerên sîyonîst ji roja înî 14`ê Tîrmehê ve heta yekşema buhurî li gorî fermana Bênyamîn Natanyaho, derîyên mizgevta Eqsayê ser nimêjkerên filistînî da girêdan û piştî vekirina derîyan jî berbendên elektironîk li derîyên vê mizgevtê bicih kirin.