Sinaryoya wêdebirina paşayê Erebistanê dikemile
Rojnama lubnanî li meqaleyekê li bara gihêştina qonaxa dawiyê ya sinaryoya wêdebirina pîrepaşayê Erebsitanê ser qazanca kurê wî Muhemed Bin Selman agahî da.
Rojnama El-Minarê li hejmara îro ya duşemiyê nivîsî: Çavkaniyên nêzîk bi hikûmeta Alê Siûd ragahandin: Qonaxa dawiyê ya sinaryoya wêdebirina paşayê wehabî yê Erebistanê ku rewşa fîzîkiya wî ewqas jî xirab nîne li halê amadekirina daxûyaniya wêdebirina wî û dnîna tancê ser kurê wî Muhemed Bin Selman e.
El-Minarê nivîsî: Mîrekê ciwan ê Erebistanê jibo ku bighêje ser desthilatê piraniya hevrik û kurmamên xwe wêde birin heta hin ji wana jî xistin zinadnê û Muhemed Bin Nayif welîehdê wêdebirî li mala xwe hews kir.
Li gorî gotina çavkaniyên nêzîk bi nizama Alê Siûd, Muhemed Bin Selman ku di partîkde desthilat girtiye destê xwe niha dixweze ku şazade Meteb Bin Ebdullah Bin Ebdulezîz wêde bibe û enê çend roj jibo wêedbirina vî şazadeyê siûdî ku desthilateke berfierh heye, nemaye.
Li meqaleya El-Minarê her wiha hatiye: Hatûçûyîna ambolnsan û pizîşkê biyanî bo cihê mayîna Selman Bin Ebdulezîz, paşayê Erebsitanê li rojên derbasbûyî jibo raghandina xirabûna rewşa fîzîkî ya paşayê 83 salî yê Erebistana Siûdî , zêde bûn.
Li gorî vê raporê, bi paşatiya Muhemed Bin Selman, pêvajoya normalkirina peywendiyên Erebsitanê tev Rejîma Siyonîstî lezgîntir bibe û hevkariya rejîma wehabî tekfîrî ya siûdî bi Telavîzê jî eşkere bibe.
El-Minarê her wiah raghand ku bi desthilatbûna Muhemed Bin Selman, qonaxa bitalûke û aloz li dîroka Erebistanê be li vê qonaxê hevrikiya li ser qawetê navbera şazadeyan girantir bibe. Dê rewşa aborî ya welêt jî dijwartir bibe. Bitaybet ku serwet û mal û milêkn Erebsitanê li hember kirîna çek û sîlehan û piştgiriya Emerîkayê ji Riyazê dikeve nav xizîneyên Waşengtonê.