Tîrmeh 24, 2017 13:11 Asia/Tehran
  • Baregehên têrorîstan li Cerûda Ersala Libnanê hatin jinavbirin

Hêzên Hizbullaha Libnanê odeyên fermandetî û çeperên têrorîstan li navçeya Cerûda Ersalê li rojhilata Libnanê ji nav birin.

Li gorî ragihandina roja Duşemiyê ya IRIB News`ê ji zarê El Meyadînê, hêzên Berxwedanê di roja sêyem a opêrasiyona azadkirina navçeya Ersala Libnanê û El Qelemûna Sûriyê karîn ku bilindahiyên stratijîk ên Zehe El Huweyê bêxin bin kontrola xwe.

Hêzên Hizbullaha Libnanê alên têrorîstan li van bilindahiyan anîn xwarê û alên Libnan û Hizbullahê bilind kirin.

Hêzên Berxwedanê têdikoşin ku li bilindahiyên Zehr El Huweyê, baregehên xwe xurt bikin da ku rewşê ji bo pêşdaçûna hêzên peya ber bi girên pêşber dabîn bikin.

Bilindahiyên Qelemûna rojavayî li nav axa Sûriyê û bilindahiyên Ersalê li nav axa Libnanê navçeyeke lihevgirêdayî ye ku di heyama sê salên buhurî da liv û tevgerên komên çete û têrorîst û di serê wan da koma têrorîst a Cebheya Nusreyê têda zêde bûne.

Şerê ji bo azadkirina van du navçeyan bi sereketiya hêzên Hizbullaha Libnanê ji sibeha Roja Îniyê, 21`ê Tîrmeha 2017`an va dest pê bûye.