May 29, 2017 17:05 Asia/Tehran
  • Daxwaza Qahirê jibo hewldanên navçeyî jibo çareserkirina qeyrana Sûriyê

Wezîrê karên derve yê Misrê ser pêwîstiya hevdengiya hewldanên navçeyî û navneteweyî jibo bidestxistina rêçareya siyasî ya qeyrana Sûriyê tekez kir.

 Li gorî rapora SANA Newsê, Samih Şukrî wezîrê karên derve yê Misrê ragihand ku Qahire tevî pêşewazî û piştgiriya ji encamên  erênî yên  hevhatina agirbesê li Sûriyê ji hemî aliyan dixweze ku jibo çareserkirina  siyasî ya qeyranê û jinavçûyîna tam a grûpên terorîstî li vî welatî, hewldanên xwe bi çavdêriya Rêxistina NY hevdeng bike.

 Samih Şukrî tekez kir: Çareserkirina  siyasî ya qeyrana Sûriyê nîşana xwesta gelê vî welatî û garantiya  berjewendî, saxlemî û yekperçetiya erdê Sûriyê li hember  mudaxilên biyaniyan e.

Peywendiyên navbera Misr û Sûriyê li dema  Muhemed Mursî, serokkomarê wêdeçûyî yê Misrê aloz bû lê dewleta niha  a vî welatî  pir hewl dide ku peywendiyên xwe bi Şamê re baştir bike.

 Qeyrana  Sûriyê ji sala 2011`an bi êrişa berfireh a grûpên terorîstî yên ku ji aliyê Erebistan, Emerîka û hevpeymanên  wan  ji wan Tirkiyê jibo sernixûnkirina  dewleta qanûnî ya Beşar Esed serokkomarê Sûriyê destpê bûye.