May 29, 2017 13:47 Asia/Tehran
  • Gefa hevalbendiya amerîkî dijî artêşa Sûriyê

Firokên şêrr ên hevalbendiya amerîkî pê belavkirina daxûyaniyan gef li artêşa Sûriyê xwarin ku eger ewna nîzikî derbasgeha sînorî ya Tenifê li sînorê vî welatî tev Iraqê bin, ev firokane dê êrişî ser wan bikin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Firokên şêrr ên hevalbendiya amerîkî pê belavkirina daxûyaniyan gef li artêşa Sûriyê xwarin ku eger ewana nîzikî derbasgeha sînorî ya Tenifê li sînorê vî welatî tev Iraqê bin, ji ber hebûna hêzên hevpeymaniya amerîkî ya xwedêbergiravî dijî DAIŞ`ê li vê derbasgehê, ewna dê ji xwe berevaniyê bikin û êrişî ser artêşa Sûriyê bikin.

Li van daxûyaniyan hatiye ku pêwîst e hêzên artêşa Sûriyê bizivirin navçeya Zaza û nîzikî derbasgeha Tenifê nebin.

Firokên şêrr ên hevalbendiya amerîkî 18`ê Nîsanê êrişî ser karwaneke hêzên eskerî yên Sûriyê kirin ku di encamê da çend eskerên sûrî hatine kuştin.

Karbidestekî amerîkî tevî piştrastkirina vê nûçeyê ragihand ku ev karwana artêşa Sûriyê nîzikî sînorê Urdinê dibû ku kete ber  êrişê.