May 27, 2017 16:04 Asia/Tehran
  • Amadebûna Kuweytê bona mazovaniya dewra nû ya gotûbêjan li Yemenê

Nûnerê hertimî yê Kuweytê Li Rêxistina Netewên Yekgirtî ji amadebûna welatê xwe bona mazovaniya dewra nû ya gotûbêja aliyên yemenî xeber da.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Mensûr Eyad El-Etîbî nûnerê hertimî yê Kuweytê li rêxistina Netewên Yekgirtî li gotinên xwe yên duh îniyê ji amadebûna welatê xwe bona mazovaniya dewra nû ya gotûbêja aliyên yemenî xeber da û ragihand ku Kuwêyît ji zivirîna ewlehî û tenahiyê bo Yemenê û parastina yekparçetiya axa vî welatî piştevaniyê dike.

Taxima netewî ya Yemenê û taxima Riyazê 21 Nîsana 2016 bi navcîtiya Îsmayîl Şêx Weled Şêx Ehmed nûnerê Rêxistina Netewên Yekgirtî li karûbarên Yemenê gotûbêjên xwe li Kuweytê destpê kiribûn ku ji ber astengyên ku taxima Riyazê çêkirin, ev gotûbêjane bê encam man.

Hevpeymaniya Erebî bi serokatiya Erebistanê û bi alîkariya Amerîkayê bi heceta vegerandina serokomarê revyayî yê Yemenê Mensûr Hadî êrişên xwe yên dirindane li dij gelê Yemenê despê kirin ku di encama van êrişan de bi dehan hezar kes  ji xelkê sivîl kuştin an birîndar kirin û bi sedan hezar kes ji xelkê vî  welatî aware û bê mal û xanî kirin.

Herwiha di encama van êrişan zêde ji sedî 80 binavahî, navendên perwerdehî, nexweşxane  û navendên dermanî, medrese û malên xelkê wêran û kawil bûn .

Herwiha di encama dorpêşiya xelkê yemenê ji erd, esman û deryayê ji aliyê Hevpeymaniya Erebî, ew ketin nav rewşeke diltezîn û belengaziyê.