May 27, 2017 15:05 Asia/Tehran
  • Wezareta Parastinê ya Rûsyayê: Balafirên vî welatî zêde ji 120 terorîstên DAIŞ`ê ku ji Reqayê derdiketin kuştin

Wezareta Parastin a Rûsyayê ragihand ku li dijî kerwana DAIŞê ku ji Reqayê ber bi Palmîrayê ve diçû êrişa ezmanî pêk anîne û di encamê de jî 32 wesayît û zêdetirî 120 terorîst hatine îmhakirin.

Berpirsekî Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ji Sputnikê re got ku roja 25ê Gulanê kerwana ku ji 32 wesayîtan pêk dihat ya DAIŞê û ji Raqayê ber bi Palmîrayê ve diçû, ketin ber êrîşa balafirên şer ên Rûsyayê û îmha bûn. Herwiha vî berpirsî destnîşan kir ku li ser wesayîtên DAIŞ`ê çekên giran hatinbûn danîn.

Vî berpirsê rûs herwiha îdia kir ku DAIŞê ji bo ku ji Raqayê derkeve bi Hêzên Sûriye ya Demokratîk (HSD) ku hêza sereke ji kurdan pêk tê re li hev kiriye û got: "Kurdan ji bo ku DAIŞ ji bajêr derkeve korîdorekê li başûrê bajêr avakiriye. Lê Hêzên Hewayî û esmanî ya Rûsyayê ev hemleya hane pûç derxistiye.

Berpirsê hanê ragihand ku balafirên Rûsyayê yên bêpîlot 24 saet çevdêriya hemû riyên ku ji Raqayê dertên, dikin.