May 27, 2017 14:33 Asia/Tehran
  • Rûsiya: Rewşa hêsîrên filistînî gelek nebaşe û ciyê nîgeraniyê ye

Moskovayê rewşa saxlemiya hêsîrên filistînî yên ku li zîndanên Rejîma Siyonîstî dest bi greva birçîbûnê kirine pir bi taluke da zanîn û ragihand: dewama vê rewşê dê xisarên giran li hêsîran xîne.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Mariya Zaxarova berdevka wezareta karên derve yê Rûsiyayê li daxûyaniya xwe ya duh îniyê ragihand; li rojên vê dawiyê rewşa 40 hêsîrên filistînî ji ber girava birçîbûnê ku girtine xirab e û bo nexweşxanê hatine şandin.

Hêsîrên filistînî ji ber rewşa nebaşe xwe li zîndanên Rejîma Siyonîstî bi diroşma Azadî û Kerametê Ji 17 Nîsanê dest bi greva birçîbûnê kirine.

Mariya Zaxarova destnîşan kir; Daxwaza hêsîrên filistînî baştirbûna rewşa wan dinav zîndanên îsrayîliyan, hevdîtina tev malbatên xwe û kutabûna reftara fanatîke eskerên rejîma siyonîstî tev wan e.

Nêzikî 6 hezar û 500 hêsîrên filistînî di nav  zîndanên Rejîma Siyonîstî da ne ku 62 ji wan jinin û 300 ji wan jî li bin temenê qanûnî ne.