May 27, 2017 11:50 Asia/Tehran
  • Destdirêjiya ducarî ya Rejîma Siyonîstî ser axa Sûriyê

Ji ber êrişa firokeya bê firokevan a Rejîma Siyonîstî ser parêzgeha Quneyterê li başûra Sûriyê 3 eskerên sûrî hatine kuştin.

Li gor rapora IRIB News`ê ji zarê medyayên Sûriyê, Balafirekî bê firokevan a Rejîma Siyonîstî li parêzgeha Quneyterê li başûra Sûriyê êrişî ser hinek ji eskerên sûrî kir ku di encamê da 3 eskerên Sûriyê hatine kuştin.

ev hêzên artêşa Sûriyê li halê pêşdeçûna ber bi Ebû-Şebte-Hemîdiyê bûn ku firoka bê firokevan a Rejîma Siyonîstî êrişî ser wan kirin.

Hatiye ragihandin ku Rejîma Siyonîstî ji aliyê esmana bilindiyên Gulanê êrişî ser hêzên artêşa Sûriyê kiriye û hîn hûrgiliyên vê êrişê belav nebûne.

Eva cara ewilê nîne ku Rejîma Siyonîstî êrişî ser eskerên Sûriyê û pêgeha wan dikin.

Rejîma Siyonîstî sibeya 27 Nîsana sala 2017 jî êrişî ser pêgeheke artêşa Sûriyê li derûdora Şamê kir.