May 27, 2017 10:23 Asia/Tehran
  • Hevalbendiya navnetewî ya dijî DAIŞ`ê 42 terorîst kuştin

Hevalbendiya navnetewî ya xwedêbergiravî dijî DAIŞ`ê bi rêberiya Amerîka li êrişa hewayî ser pêgehên terorîstan li nav axa Sûriyê 106 kes ji wan 42 zarokên malbatên DAIŞ`ê kuştin.

Li gor rapora IRIB News`ê, Zêrevanê heq û mafê mirov ê Sûriyê li raporekî xwe destnîşan kir ku li êrişa hewayê ya hevalbendiya navnetewî ya xwedêbergiravî dijî DAIŞ`ê bi rêberiya Amerîka ser pêgehên terorîstan li nav bajarê El-Meyadînê li nav axa Sûriyê 106 kes ji wan 42 zarokên malbatên DAIŞ`ê kuştin.

Gor vê raporê li van êrişên hewayî ser pêgehên terorîstan gelek ji terorîstên DAIŞ`ê û endamên malbatên wan birîndar bûne loma hêtimala zêdebûna kuştiyan jî geleke.

Zêrevanê heq û mafê mirov ê Sûriyê herwisa ragihand ku li êrişa hewayî ya hevalbendiya dijî DAIŞ`ê ser bajarê El-Meyadînê herwisa 11 kesên sivîl jî hatine kuştin.

Hevalbendiya navnetewî ya dijî DAIŞ`ê herwisa avahiya kompaniya îlekterîk û banka xwîn a bajarê El-Meyadînê jî bombebaran kirin.

Hatiye ragihandin ku hevlabendiya navnetewî ya dijî DAIŞ`ê ev êrişên xwe bêyî îzna Rêxistina Netewên Yekgirtî û dewleta Şamê destpê kirine.

Navenda nasyar bi Çavdêra Mafên Mirovan a Sûriyê li Londonê roja sêşemiya bihurî  jî ragihandibû ku di encama êrîşên hewayî yên hevpeymaniya amerîkî ya dijî DAIŞ`ê li Sûriye û Iraqê, di navbera 23`ê Nîsanê û 23`ê Gulana 2017`an da, 225 welatiyên asayî hatine kuştin.

Hevpeymaniya amerîkî ya dijî DAIŞ`ê ji meha Tebaxa sala 2014`an va êrîşên xwe li Sûriyê dest pê kirine; Ev êrîş hertim li ser xelkê bêguneh pêk hatine û di encamê da welatiyên sûrî hatine kuştin.