May 26, 2017 16:41 Asia/Tehran
  • Li dijî xristiyanên qiptî êrişa çekdarî: 25 kuştî û 25 birîndar

Li bajarê Minya yê Misrê çekdaran êrişî otubûsa xristiyanên qiptî kir, di encama vê êrişê de 25 kes hatin kuştin û 25 kes jî birîndar bûn.

Ajansa Sky Newsê ya erebî li gorî daxuyaniya Wezareta Tendirustî ya Misrê ragihand ku wesayîta xrîstiyanên qiptî ku seyehet dikir rastî êrişa çekdarî hat, di êrişê de 25 kes hatin kuştin û 25 kes jî birîndar bûn.

Waliyê Minyayê Essam el Bedaiwi jî di daxuyaniya xwe de got: "Wesayîta xrîstiyanên qiptî dema diçû dereke başûrê Qahireyê rastî êrişa çekdarî hat."

Herwiha li gorî televîzyona dewleta Misrê jî grûba xrîstiyanên qiptî ku ji Minyayê dixwestin herin dêra Sent Samuel ku dikeve 220 kîlometriya başûrê Qahireyê rastî êrişa çekdarî hatin.

Hat ragihandin ku 10 kesên ku ser rûyê xwe girtibûn ber bi qiptiyên hanê gulle reşandin.

Di meha Çileyê ya 2016an de jî dêra mezin (katedral) a qiptiyan rastî êrişa xwekujî hatibû, di êrişê de 25 kes hatibûn kuştin û rêxistina terorîst a DAIŞê berpirsyariya wê girtibû ser xwe.

Li gorî amareyên fermî ji sedî 10ê Misrê xrîstiyanên qiptî ne.