May 26, 2017 11:41 Asia/Tehran
  • HSD: Êrişa DAIŞê hat şikandin û 23 terorîst hatin kuştin

Li gorî çavkaniyên herêmî çekdarên HSDê êrişa terorîstên DAIŞê ya ser gundê Meyselûnê şikandin û di şer û pevçûnê de 23 terorîstên DAIŞ`ê hatin kuştin.

Operasyona Xezeba Firatê ya rizgarkirina gund û berên herêma Reqqayê bi hemû dijwariya xwe didome. Çekdarên Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) êrişa rêxistina terorîst a DAIŞê ya ser gundê Meyselûnê şikandin. Di şer û pevçûnanan de 23 terorîstên DAIŞê hatin kuştin û depoyeke çekan a DAIŞê hat îmhakirin.

Terorîstên DAIŞê êriş birin ser gundê Meyselûn a ku dikeve bakurê rojavayê Reqqayê. Çekdarên HSDê bersiva terorîsan dan û li gund û derdorê şer derket. Şer du şev û rojekê dewam kir. Di encama şerê giran de êrişa DAIŞê hat şikandin û koma ku êriş kiribû ser gund hemû hatin kuştin. Di şerê li gund û derdorê de herî kêm 20 terorîst hatin kuştin.

Piştî şikandina êrişa terorîstan, çekdarên HSDê li bakurê rojavayê Reqqayê pêşdeçûna xwe dewan kirin û depoyek çekan a DAIŞê ku 2 km dûrî bajarê Reqqayê bû teqandin. Li depoya çekan jî 3 terorîst hatin kuştin.