May 25, 2017 13:27 Asia/Tehran
  • Serketina artêşa Sûriyê li Helebê

Artêşa Sûriyê bi daxûyaniyekê ragihand: `Li opêrasiyona beşa rojhilatî ya parêzgeha Helebê li dijî komên têrorîst, derdora sê hezar têrorîstên DAIŞ`ê hatine kuştin an birîndar bûne`.

Li gorî rapora roja pêncşemiyê ya ajansa fermî ya nûçeyan a Sûriyê nasyar bi SANA News`ê, artêşa Sûriyê her wiha ragihand: `Li dû şer û pevçûnên digel koma têrorîst a DAIŞ`ê li parêzgeha Helebê li bakurê Sûriyê, zêde ji 28 gund û bajar ketine bin kontrola hêzên sûrî`.

Artêşa Sûriyê her wiha roja çarşemiyê qala azadkirina baregeha hewayî ya El Cerahê li rojhilata Helebê kir.

Her wiha çend serçeteyên koma têrorîst a DAIŞ`ê ku welatiyên Iraq, Tûnês, Erebistana Siûdî û Misrê bûn li pevçûnên herî teze li parêzgeha Helebê hatin kuştin.

Artêşa Sûriyê li dû azadkirina hin beşên parêzgeha Helebê ye ku ji meha Kanûna 2016`an û Nîsana 2017`an va opêrasiyona xwe li dijî komên têrorîst li vê parêzgehê dest pê kiriye.

Li vî halî, li gorî nûçeyên belavbûyî ji Sûriyê, herîkêm 18 welatiyên asayî ji ber êrîşên firokeyên şêrr ên amerîkî li ser rojavaya parêzgeha Reqayê li bakurê Sûriyê hatine kuştin.

Navenda nasyar bi Çavdêra Mafên Mirovan a Sûriyê roja sêşemiyê ragihandibû ku li êrîşên hewayî yên Hevpeymaniya Amerîkî li dijî DAIŞ`ê li Sûriye û Iraqê ji roja 23`ê Nîsanê va heta 23`ê Gulanê, 225 welatiyên asayî hatine kuştin.

Hevpeymaniya amerîkî ya dijî DAIŞ`ê ji meha Tebaxa sala 2014`an va êrîşên xwe li Sûriyê dest pê kirine; Van êrîşan hertim gelê bêguneh kirine armanc.