May 24, 2017 12:40 Asia/Tehran
  • Amerîka 100 kamyonên tijî çek navbera hêzên YPG`ê da parve kirine

Amerîkayê nîzikî 100 kamyonên tijî çek di navbera hêzên Yekîneyên Parastina Gel anku YPG`ê li Sûriyê parve kirin.

Li gorî rapora Kurd Press`ê ji zarê rojnameya Huriyetê, Hatiye ragihandin ku Amerîkayê ji 15 hetanî 20 vê mehê nîzikî 100 kamyonên tijî çekên curbicur di navbera yêzên Yekîneya Parastîna Gel parve kirine.

Hatiye ragihandin ku yekem karwana van çekan gihêştiye Hesekê û ji wir bo gundên derûdora bakûra Reqayê hatine şandin ta ku bigehêjin destê YPG`ê.

Li gorî raporên belavbûyî, di van kamyonan da ardû, erebên zirêhî, çekên giran û sîlahên din ên curbicuri hebûne.

Roja 9`ê Gulanê û hevçaxî destpêbûna operasiyona azadkirina bakûra Sûriyê, serokkomarê Amerîkayê, Donald Trump rêketina şandina çekan ji bo YPG`ê îmza kir.