Nîsan 26, 2017 19:49 Asia/Tehran
  • Du zarokên filistînî li başûrê Erdên Dagîrbûyî yên Filistînê şehîd bûn

Di encama teqîna madeyên teqandinê yên ku ji şerrê Rejîma Siyonîst jibo dagîrkirina Filistînê di sala 1948`an de mabûn de, du zarokên filistînî şehîd bûn.

Li gorî rapoa navenda ragihandinê ya Filistînê, sêşemiyê bi şev di encama teqîna rokêteka pûçnebûyî ya artêşa Rejîma Siyonîst li gundê Zernuqê li El Neqebê ku ketiye Erdên Dagîrbûyî yên 1948`an de, Mehmûd Mihemed Ewad Ebû Quyder, zarokê 10 salî yê filistînî û Umer Îsmaîl Mihemed Ebû Quyder, zarokê heft salî yê filistînî şehîd bûn.

Îsraîl li cinayeta sala 1948`an ji bilî viya ku pişkên girîng ên erdên Filistînê dagîr kir, zêde ji 15 hezar filistînî şehîd kirin û çar mîlyon û 120 hezar filistîniyan jî aware kirin

Tevî viya şerrê filistîniyan dijî dagîrkeran bi dawî nehatiye û xwe wek Intifazeya Qudê nîşan dide.

Intifazeya Qudsê ji yekê Cotmeha sala 2015`an ve bona nîşandayîna nerizamendiya li hember êrişên leşker û bajaroknişînên siyonîst ser pêkhateyên pîroz ên Filistînê û di serê wan de Mizgevta El Eqsayê pêk hat.

Heya niha nêzî 300 filistînî li Intifazeya Qudsê şehîd bûne.