Nîsan 26, 2017 17:38 Asia/Tehran
  • Hişyariya li bara tehlûkeya birçîtiyê li hin navçeyên rojava Mûsilê

Yek ji nunerên parlemana Iraqê li bara mirina xelkê vî welatî ji ber birçîtiyê li navçên bin kontrola grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li Mûsilê hişyarî da .

 Li gorî rapora  roja çarşemiyê ya navenda  Iraq Pressê, Metşer El-Samerrayî, nunerê parlemana Iraqê li civîneke rojnamevaniyê got ku grûpa terorîstî ya DAIŞê  nahêle  ku tu cure alîkariyek  bighêje  xelkê navçên rojava  Mûsilê li parêzgeha  Neynewayê û rewşa însanî li vê navçê pir xirab e.

 El-Samerayî ku endamê hevalbendiya  hêzên iraqî li parlemana nuneran a Iraqê ye, got: Hêzên iraqî tenê bi balefirê dikarin jibo kesên ku  li rojava Mûsilê hatine dorpêçkirin û canê wan ketiye xeterê, alîkariyan bighînin.

 Nunerê parlemana Iraqê tekez kir: Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê û her wiha fermandê operasyona  azadkirina  parêzgeha Neynewayê divê bi zûtirkê fermanê bidin ku  xwarek û şûşên avê bi balefirê bo hin navçên  Mûsilê ku hatine dorpêçkirin, bên avêtin.

 Li gorî gotina el-Samerrayî xelkê herîkêm 6 navçan li rojava mûsilê ji ber şêr û pevçûnê rastî kêmasiya  xwarek û avê hatine.

 Operasyona  azadkirina  beşa rojava  Mûsilê ji Sibata 2017an  destpê bû. Mûsil duwem bajarê mezin  ê Iraqê ye ku pêştir beşa rojhilata  wê ji lepên DAIŞê hatiye derxistin.