Nîsan 26, 2017 14:09 Asia/Tehran
  • Dîplomateke Rûsyayê: Trump serokomarê Sûriyê wek berbenda ser riya kutabûna krîza vî welatî nabîne

Dîplomateke Rûsyayê bi navê Petr Îlîçev got: Dewleta Amerîkayê û serokomarê wê Donald Trump serokomarê Sûriyê Beşar Esed wek berbenda ser riya kutabûna krîza vî welatî nabîne

 Petr Îlîçev duh li hevpeyvîna bi AFP re got: Li hevdîtina vê dawiyê ya serokomarê Amerîkayê Trump û sefîrên welatên endamên Konseya Ewlekariya NY, desnîşan bû ku divê gelê Sûriyê bi xwe li bara qedera Beşar Esed biryar bide ne kes û welateke din.

Dîplomatê brîtanyayî Metio Ricraft jî got: wer fikir dike ku siyaseta Trump eva ye ku krîza Sûriyê zûka çareser bibe .

Krîza Sûriyê ji sala 2011 bi êrişa terorîstan ser vî welatî û piştgiriya welatên wekî Amerîka, Tirkiye, Erebistan, Qeter û rejîma siyonîstî ji terorîstan despê bû û bi saya van piştgiriyan hîn berdewam dike.