Gundê El Eraqîbê 112 caran ji aliyê Rejîma Siyonîst ve kavil bûye
Siyonîstan gundê El Eraqîbê li deşta Neqebê li başûra Filistîna Dagîrbûyî jibo cara sed û danzdehemîn kavil kirin.
Li gorî rapora roja duşemiyê ya AL ALAM`ê gundê El Eraqîbê yek ji wan gundan e ku ketiye deşta Neqebê li Erdên Dagîrbûyî yên Filistînê ku rejîma çewt a siyonîst hebûna wê bi fermî nas nake.
Malên vê gundê jibo cara yekemîn di sala 2010`an de hatin kavilkirin.
Rejîma Siyonîst heya niha li deşta Neqebê, xelkê 45 gundan ji malên wan derxistine û malên wan kavil kirine, eva li halekê ye ku ev rejîma hîn avakirina mal û avahiyan jibo siyonîstên li Neqebê didomîne.
Midehekî beriya niha parlemana Rejîma Siyonsît, qanûna lezandina kavilkirina malên filistîniyan li Erdên Dagîrbûyî pejirand.
Rejîma Siyonîst bona berfirehkirina bajarokên siyonîstnişîn û bi destxistin û musadireya erdên filistîniyan, hertim malên filistîniyan bi îdiaya nebûna îznê û avakirina neqanûnî ya malan, kavil dike.