Nîsan 25, 2017 19:46 Asia/Tehran
  • António Guterres: Yemen hewcedarê zêde ji milyarek dular alîkariya mirovheziyê ye

António Guterres, sekreterê giştî yê Rêxistina NY li mersima destpêbûna civîna piştgiriya aborî ji Yemenê li Cenevê got: Niha 19 milyon yemenî hewcedarê zêde ji milyarek dular alîkariya mirovheziyê ne.

  li gorî rapora malpera nûçan a El-Yemen Elan, António Guterres îro li civîna  piştgiriya ji Yemenê li Cenevê got : Zarokên yemenî rastî pirsgirêka  kêmasiya xwarekê hatine û ketine ber metirsiya mirinê bi curekê ku 50 zarokên yemenî her roj ji  ber xerabûna rewşê tên kuştin û bi milyonan yemenî jî bi gefa cureyên nexweşiyan rûbirû bûne.

  Wî bal kişand ser vê yekê ku rêçareya siyasî tenê riya kutakirina  şerê Yemenê ye û got : Şerê Yemen bû sedem ku  zêde ji du milyona  zarok nekarbin  dersê bixîwnin.

 Swîsra û Swed îro mazûvanê civîna wezaretê ya alîkariay bo Yemenê li avahiya NY li Cenevê bi beşdariya António Guterres, sekreterê giştî yê NY jibo komkirina  alîkariyên aborî jibo rawestana li ber qeyrana însanî li Yemenê ne.

 NY pêştir raghandibû ku li Yemenê 17 milyon kes rastî nebûan ewlehiya xwarekê û 6.8 milyon kes jî bi birçîtiyê rûbirû bûne.