Nîsan 25, 2017 18:03 Asia/Tehran
  • Artêşa Sûriyê gihîşte 10 kîlometriya Xan Şêxûnê

Artêş û hêzên çekdar ên Sûriyê piştî azadkirina navçeyên ku deriyê başûrî yê bajarê Murkê li bakûra parêzgeha Hemahê tê hesêb, gihîşte 10 kîlometriya bajarê Xan Şêxûnê li parêzgeha Idlibê.

Li gorî rapora IRNA`yê, artêşa Sûriyê roja duşemiyê li dewama şerrê dijî koma terorîstî-tekfîrî ya bereya El-Nusre li navenda lêgerînê ya El Ubûdê li sê kîlometriya bajarê Murkê li bakûra parêzgeha Hemahê.

Artêş û hêzên çekdar ên Sûriyê bi piştevaniya hêzên Berxwedanê, roja duşemiyê bajaroka El Mesasenê û du gundên Zur Ul Heyse û Zur Ul Teyibe paqij kirin.

Li dema pevçûnên duh ên artêşa Sûriyê, zêde ji 300 terorîstên tekfîrî hatin kuştinê û 20 trombîlên wan, du tank û du depoyên madeyên teqandinê jî hatin rûxandin.

Hêzên sûrî li çend rojên buhurî sê bajarên sereke yên Suweran, Teyibet El Îmam û Helfayê ji hebûna koma terorîst a bereya El-Nusre û terorîstên ser bi wê paqij kiribûn.

Artêş hewl dide derbasî bajarê Murkê bibe û zextê bîne ser terorîstên ku li Xan Şêxûnê ne.

Hêzên sûrî herwiha hewl didin du bajarên El Tamine û Keferzîtayê ku navendên sereke yên terorîstan li parêzgeha Hemahê ji sala 2012`an û xeta herî dawîn a berevaniyê ya rîfa Idlibê tên hesêb, paqij bike.