Nîsan 24, 2017 09:38 Asia/Tehran
  • HSD: Riyên ku li nav Sûriyê digehêjin pêgehên sereke ya DAIŞ`ê hatine qutkirin

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand: Hemû riyên girîng û steratijîk ku li nav Sûriyê digehêjin pêgehên sereke ya grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li bajarê Reqayê , hatine qutkirin.

Li gor rapora telivîzyona El-Meyadînê, Hêzên Sûriya Demokratîk ku para pirtir a wan ji kurdên vî welatî ne; ji nîveka sala 2016'an operasiyona azadkirina bajarê Reqayê ji destê terorîstên DAIŞ`ê destpê kirine û niha jî hemû riyên girîng û steratijîk ku li nav Sûriyê digehêjin pêgeha sereke ya grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li bajarê Reqayê qutkirine.

Li qunaxa destpêkêye vê operasiyonê hêzên HSD`ê karîn bajarê Minbicê li Rîfa Bakûrî ya Helebê ji destê terorîstên DAIŞ`ê azad bikin û biryar girtibûn rojhilata Feratê bizeliqînine rojavaya navçên bakûrî yên Sûriyê ku artêşa Tirkiyê kete nav axa Sûriyê û û bi alîkariya hêzên neyarê dewleta Şamê li operasiyonekê ser navê Mertala Feratê, pêşiya pêşketina hêzên HSD`ê girtin.

Hêzên artêşa Tirkiyê li sala 2016'an û bi mihana şerê dijî terorîstan û li operasiyonekê ser navê Mertala Feratê kete nav axa Sûriyê, eva li halekî bû ku Şamê ev biryara Enqerê destdirêjiya ser axa Sûriyê daye zanîn û heta niha bicaran ji Tirkiyê xwestiye, eskerên xwe ji nav axa Sûriyê derxîne, lê Tirkiye hema hîn jî dewamê dide van cure siyasetên xwe.