Adar 24, 2017 11:47 Asia/Tehran
  • Armanca êrişên nû yên grûpa terorîst a El-Nusreyê tesîra ser gotûbêjên Genevayê ye

Wezareta karên derve ya Sûriyê li du nameyên cuda ji bo sekretirê giştî yê Rêxistiya Netewên Yekgirtî û serokê Konseya Ewlehiyê ragihand ku hedefa êrişên nû yên grûpa terorîst a El-Nusreyê û grûpên din ên hevpeyman ser Şamê û navçên din ên Sûriyê tesîra ser gotûbêjên Genevayê û işkesta gotûbêjên Astanê ye.

Li gor rapora IRIB News`ê, Wezareta karên derve ya Sûriyê li du nameyên cuda ji bo sekretirê giştî yê Rêxistiya Netewên Yekgirtî û serokê Konseya Ewlehiyê herwisa ragihand ku li gorî agehdariyên ber dest, saziyên istixbaratî yên Tirkiye, Erebistan û Qeterê li van êrişên nû yên terorîstan ser xelkê Sûriyê dest hebûne.

Wezareta karên derve ya Sûriyê li van du nameyên xwe destnîşan kir ku Şam ji van du saziyan dixwaze wezîfe û pêsparteya xwe li xebata dijî terorîstan ku li derûdora Şamê dest bi cinayetên nû yên dijî mirovan dikin bibaşî cih bînin.

Li van rojana terorîstan dewrekî nû ji êrişên xwe yên ser xelkê Sûriyê li derûdora Şamê û navçên dine nav axa Sûriyê destpê kirine.

Ji ber du teqînên terorîstî yên 11 Adarê li hemberî goristana dîrokî ya Babul-Seqîrê li Şamê zêde ji 150 welatiyên sûrî şehîd yan jî birîndar bûne.

Ji ber teqîna roja 15 Adarê li nîzikiya avahiya dozgêriya Sûriyê li Şamê jî 25 kes şehîd û dehan kes jî birîndar bûn.