Pêşketina artêşa Sûriyê li derdora rojhilata Helebê
Artêşa Sûriyê piştî azadkirina çend gundên din dewam dane pêşketinên xwe li derdora rojhilata Helebê.
Li gor rapora IRIB News`ê, Artêşa Sûriyê duh pêncşemê bi palpiştiya hêza hewayî ya Rûsiyayê karî gundên Akûm, Em Edes, Tel Esûs li bakûr û rojhilata Dêyr Hafizê li derdora rojhilata Helebê ji destê terorîstên DAIŞ`ê azad bike.
Li vê operasiyona artêşa Sûriyê dijî terorîstên DAIŞ`ê, derbeyekî giran li terorîstan ket û gelek ji terorîstên DAIŞ`ê hatine kuştin.
Ji aliyê dinve artêşa Sûriyê bi alîkariya hevpeymanan karîn du gundên Xetab û Erze li aliyê bakûra Hemayê ji destê terorîstan derxwînin.
Li gorî nûçeyekî din ji Sûriyê, piştî azadbûna bajarê Humsê ji destê terorîstên DAIŞ`ê sîstemên îdarî û saziyên dewletî li vî bajarî xebatên xwe destpê kirin.
Anegorî lihevkirina dewleta Sûriyê û terorîstan axir grûpa neyarên çekdare dewleta Şamê 23 Îlonê ji bajarê Humsê derketin û niha rewşa ewlehiya vî bajarî baştir bûye.