Adar 23, 2017 18:07 Asia/Tehran
  • Can Mek Kêyn; birayara dijwar a Amerîkayê jibo biçekkirina kurdên Sûriyê

Serokê komîteya hêzên çekdar a Senayê dibêje ji aliyekê va biçekkirina kurdan jibo şerrê Reqê pêwîst e, ji aliyê din va diqewime ku ev biryara bibe sedema hêrsbûna Tirkiyê. Rayedarekî Pêntagonê jî piştrast kir ku balafirên amerîkî hejmareke Hêzên Sûrîya Dêmokratîk li nêzîkî bendava Tebeqayê li Sûriyê peya kirine.

Li gorî rapora Kurdpress`ê û ji zarê El Cezîre ya ingilîsî, Can Mek Kêyn, sênatorê binavbang û serokê komîteya hêzên çekdar a Sênayê, roja çarşemiyê got, Amerîka û hevalbendiya dijî DAIŞ`ê li warê biçekkirina kurdên Sûriyê jibo sekinîna li hemberî DAIŞ`ê li Reqê, biryareka dijwar pêşberî wan e.

Wî herwiha got: Mesela girîng eva ye ku eger em kurdan biçek nekin, wê şerrê dijî DAIŞ`ê zêdetir bidome û eger em wan biçek bikin em ê bi pirsgirêka mezin a li peywendiyên bi Tirkiyê û ji wan bikaranîna pêgeha Încîrlîk a vî welatî re rûbirû bibin.

Can Mek Kêyn got ku wî vê dawiyê bi Erdoganê serokkomarê Tirkiyê re li ser mesela Kurdan gotûbêj kiriye. Erdogan Mek Kêyn re gotiye ji hêla wî ve mesela girîn, Kurd in.

Militari.com`ê jî nivîsî: Can Mek Kêyn gotiye tu şik û guman tine ku Kurd şervanên mezin in. Ez jî pesna wan didim lê eger em bixwezin bêyî beşdariya Tirkiyê, Reqê bistînin, em ê tûşî pirsgirêkeka mezin bibin û divê em wê yekê berçav bigirin.

Tevî viya rayedarên Kurd ên Sûriyê gotine ji Amerîkayê çek û rext wergirtine. Herwiha Amerîkayê veguhestina hewayî ya hêzên Sûriyeya Demokratîk a bi rêvebirîya Kurdên Sûriyê dest pê kiriye.

Êrîk Pawên, berdevkê Pêntagonê, gotiye hêzên Sûriyeya Demokratîk bi balafirên hevalbendiyê jibo navçeya Tebeqe ya li rojavaya Reqê hatine veguhestin û eger ku ev navçeya bi tamî were girtin, DAIŞ wê nekaribe bi rêya rojavayê bigihîje Reqê.

Li gorî rapora Kurdpress`ê ji zarê Ajansa nûçeyan a Doganê, li gorî agahiyên ku ji artêşa Sûriyeya Demokratîk bi dest ketine, Amerîkayê hejmarek ji leşkerên ser bi artêşa Demokratîk a Sûriyê li nêzîkî bendava Tebeqa li Sûriyê peya kirine.

Adryan Rankîne Galowî, berdevkê Pêntagonê, bi piştrastkirina vê nûçeyê got: Hêzên artêşa Sûriyeya Demokratîk, ji aliyê balafirên leşkerî yên artêşa Amerîkayê va li derdora bendava Tebeqê peya kirine.

Hêjayî gotinê ye ku li bara hejmara hêzên leşkerî ku li vê navçeyê peya bûne, hejmarek nehatiye weşandin.