Adar 23, 2017 16:45 Asia/Tehran
  • Li Humsê maşîna bombekirî teqîya, 3 kes hatin kuştinê

Di encama teqîna maşîneke bombekirî li ber nuqteya lêgerînê ya hêzên artêşa Sûrîyê li şarê Humsê li navenda Sûrîyê da, 3 esker hatin kuştinê û hejmarek jî birîndar bûn.

Li gorî rapora IRIB NEWS`ê, îro maşîneke bombekirî li ber nuqteya lêgerînê ya hêzên artêşa Sûrîyê li şarê Humsê li navenda Sûrîyê teqîya ku di encamê 3 esker hatin kuştinê û çend kes jî birîndar bûn.

Di 14`ê Adarê da jî di encama teqîna otoboseke rêwîhilgir li şarê Humsê da, 2 kes hatin kuştinê û 7 kes jî birîndar bûn.

Qeyrana Sûrîyê ji sala 2011`ê va bi êrişa berfire ya komên têrorîst ên ku Erebistan û Amerîka û hevgirtîyên wan ji wan Tirkîyê pişta wan digirin,  jibo rûxandina dewleta qanûnî ya Bişar Esed serokomarê Sûrîyê destpê bû.