Adar 22, 2017 17:33 Asia/Tehran
  • Di encama êrişa Rejîma Siyonîst ser Xezê de filistîniyek şehîd bû

Ciwanekî filistînî di encama êrişa Rejîam Siyonîst ser Zîvala Xezê şehîd bû.

Li gorî rapora IRNA`yê ji zarê kanala nûçeyan a Sky News`ê, topxaneya Rejîma Siyonîst sêşemiyê bi şev êriş bire ser rojhilata Refehê li başûra Zîvala Xezê.

Eşref El Qudre, berdevkê wezareta tendurustiya Xezê got: Di encama vê êrişê de Yûsif Şeban Ebûazere yê 18 salî şehîd bû û du ciwanên din jî birîndar bûn. Rejîma siyonîst ji bilî dorpêçkirina Zîvala Xezê hin caran bi mihaneyên pûç, filistîniyên bêsûc ên Xezê didin ber êrişên xwe yên hewayî û topxaneyî.

Dorpêça giştalî ya Xezê di sala 2007`an, ji demekê dest pê bû ku tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS) bi serketina li hilbijartinan, hakimiyeta Xezê girte destê xwe. Ji wê demê şûnda ev navçeya ji erd û derya û esmîn ve ji aliyê Rejîma Siyonîst ve hate dorpêçkirin û niha derbasgeha Refehê tenê cihek e ku rûniştiyên Xezê dikarin bi dinyaya derve peywendiya xwe hebin.