Adar 22, 2017 16:34 Asia/Tehran
  • Êrişa têrorîstî li Qamişloya Sûrîyê, 3 kes hatin kuştinê

Li halekî ku di encama êrişa têrorîstî li derdora Qamişloya Sûrîyê da 3 kes hatin kuştinê, di encama êrişa balafirên amerîkî li derdora rojavaya Reqê da jî bi dehan sivîl hatin kuştinê.

Li gorî rapora IRIB NEWS`ê, kesekî xwekuj şeva buhurî biskilêta bombekirî li gundê Qesrokê li derdora bajarê Qamişloyê li parêzgeha Hesekê li bakûra rojhilata Sûrîyê teqand. Di encama vê êrişa têrorîstî da jinek û du mêr hatin kuştinê û zîyan giheşt li çend maên derdora cihê teqînê.

Li gorî çavkaniyên herêmî firokeyên şêrr ên hevpeymaniya navdewletî ya di bin serokatiya Amerîkayê de, li rojavayê Reqayê dibistanek bombebaran kirine û di encamê de 33 kesên sivîl canê xwe ji dest dane.

Hat ragihandin ku êriş dijî medreseya Badîye Daxilîyê li 30 kîlomêtrîya Reqê pêk hatîye ku nêzî 50 malbatên aware ji derdora Heleb, Reqe û Tedmurê li vê medresê bicih bibûn.

Ajansa nûçan a Sana ya hikûmeta Sûriyê jî ragihand ku di encama êrîşê de dibistan bi tevahî wêran bûye.