Adar 22, 2017 16:34 Asia/Tehran
  • Bajarokên Soran û Meirdes dîsan jî di bin kontrola artêşa Sûriyê da ne

Çavkaniyên sûrî ragihandin, nûçeyên ku li ser dagirkirina bajarokên Soran û Meirdes`ê li bakûra parêzgeha Hemayê li rojavya Sûriyê ji aliyê terorîstan hatine weşandin, nerast in.

Çavkaniyên sûrî sêşemiyê bi şev ji pevçûna giran a di navbera artêşa Sûriyê û koma terorîst a Cibhetunusrê li mêhwerên Soran û Me`erdes`ê agahî dan.

Van çavkaniyana ragihandin koma terorîst a Cibhetunusrê bi teqandina trombîleka bombekirî, êrişeka giran ser pêgehên artêşa Sûriyê dest pê kirin. Piştî vê teqînê, pevçûna di navbera du aliyan de bi çekên curbicur ên sivik û giran dest pê bû.

Li gorî gotina van çavkaniyana, ev pevçûn hîn didomin û îdiaya terorîstan li ser dagîrkirina bajaroka Soranê û paşdakişyana artêşa Sûriyê ji Me`erdesê nerast e.

Qeyrana li Sûriyê ji sala 2011`an va bi êrişa berfireh a komên terorîst ên ji aliyê Erebistan, Amerîka û hevgirtiyên wê ji wan Tirkiyê bona jordaanîna dewleta qanûnî ya Bişar Esed, serokkomarê Sûriyê, dest pê bûye.